Berpirsiyariya pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyê bigirin

Berpirsiyariya her kesî ye ku pêşî li belavbûna nexweşiyên bi têgerîna Covid-19 bigire.

Xwe bi derzîlêdanê biparêzin

Derzîlêdan baştirîn rê ye ku mirov xwe ji nexweşiyên gran biparêze û ji belavbûna Covid-19 dûr bixe.

Folkhälsomyndigheten (Daîreya Tenduristiya Gel a Swêdê) pêşniyar dike ku her kesê 12 salî û mezintir e li dijî Covid-19 were derzîkirin.

Folkhälsomyndigheten (Daîreya Tenduristiya Gel a Swêdê) pêşniyar dike ku her kesê ku 18 salî û mezintir e, bi derziyeke serzêdeyî were derzîkirin.

Agahiyên derbareyê aşîlêdanê: Derbareyê aşîlêdana xwe ya li dijî Covid-19 baş e ku hûn agahdar bin (bi swêdî).

Li ser malpera 1177.se hûn dikarin bi gelek zimanên cihê derbareyê aşîlêdanê bixwînin: 1177.se

Gava hûn nexweş in li malê bimînin

Heger hûn nexweş in û nîşanên ku Covid-19 bi we re hebin, li malê bimînin û ji têkiliya bi kesên din dûr bisekinin. Ev jî bo wan kesan derbas dibe ku testa wan neyînî jî derketibe.

Heger bo nirxandina nîşanên xwe, yan jî bo şîretên ku hûn ê li ku derê lênêrînê bigerin we pêwîstî bi alîkariyê hebe, bo vê jimareyê telefon vekin 1177.

Heger hûn li bêşê lênerînê û lênierîna kal û pîran dixebitin, tê pêşniyar kirin ku hûn ji bo Covid-19 xwe test bikin. Li ser malpera 1177.se agahdariyên li ser awayê testkirinê li cihê ku hûn lê dijîn hene.

Pêşniyarên taybetî bo parastina kesên derzî li xwe nedane

Kesên salmezin in û derzî li xwe nedane, divê hûn bi taybetî baldar bin. Ji bo hûn enfeksiyonê negirin, ew ên ku derzî li xwe nedane, divê bi taybetî baldar bin. Ji ciyên hundur ku gelek kes lê kom dibin dûr bikevin. Ev tê wê wateyê ku divê hûn ji qerebalix û girseyên mezin ên li hundur xwe dûr bixin. Kesên aşînebûyî yên ku li nav koma tibbî ya xeternak in, li ber xetera nexweşketina giran de ne. Metirsiya nexweşiyên giran jî bi zêdebûna temen re zêde dibe.

Komên rîskê yên Covid-19 (Socialstyrelsen.se, bi swêdî)